AWUSTIRYA Û SLOVÎNYAYÊ WÊ HERDU WELAT BI HEV RE MAYÎNAN LI SÛRIYÊ RAKIN

Wezîra Karê Derve ya Awustiryayê Karin Kneissl ragihand ku hikûmeta wê bi hevkariya hikûmeta Slovînyayê re însiyatîfeke mirovî ji bo Sûriyê pêşkêş kirine.

Hat zanîn ku însiyatîfa wan derbarê rakirina mayînên ku di şer de hatine çandin e.

Bi daxuyaniyekê Kneissl wiha got:

“Wê Awustirya û Slovînya derbarê çalakiyên mirovî li Rojhilata Navîn karekî hevbeş bikin.”

Kneissl teqez kir ku rakirina mayînan ji bo vegera penaberan erkekî girîng e û destnîşan kir ku wê di vî warî de mil bidin ezmûmên Slovînyayê.

Tê zanîn bi hezaran mayîn li gelek herêmên Sûriyê hatine çandin û ew mayîn bûne sedema mirina bi hezaran kesî.

Leave a Reply

Back to top button