REJÎMA IRANÊ 22 KES LI AHWAZÊ BI DAR VEKIR

Xelekên darvekirina mirovan ji aliyê Rêjîma Iranê didomin.

Vê carê jî rêjîma Iranê 22 kesên ji pêkhateya Ereb yên Ehwazê bi awayekî komî bi darvekirin.

Li gorî malperên Mafên Mirovan yên Îranê ragihandine ku rejîma Îranê 8’ê Mijdarê 22 kesên ji neteweya Ereb a parêzgeha Ehwazê bi awayekî komî darvekirine.

Li gorî heman nûçeyê kesên ku hatine darvekirin bi îddîaya di êrîşa li dijî tedbîqada leşkerî ya hêzên Îranê ya li Ehwazê de cihgirtine,hatine darvekirin.

Kesên ku hatine darvekirin bêyî agahiyên malbatê, bi awayekî veşartî û komî hatine darvekirin û heta niha jî cenazeyê wan radestî malbatên wan nekirine.

22’yê Îlonê li dijî tedbîqateke leşkerî ya hêzên Îranê êrîşeke çekdarî pêk hatibû.

Di encamê de 24 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Leave a Reply

Back to top button