Şewata li daristanên bakur û başûrê eyaleta Kalîforniyayê ya DYA’yê derket belav dibe.
Heta niha herêmek ji 80 hezar hektarî; 7 hezar avahî şewitîne û 31 kes mirin.
Ev şewat weke şewata herî dijwar a ji sala 1933’an û vir ve tê dîtin.
Ji ber şewatê heta niha bi kêmanî 31 kes mirine.
Şefê Bûtteyê Kory Honea diyar kir ku li herêma bi navê Camp Fîre 6 cesedên din hatine dîtin.. Honea got, hîn jî 228 kes winda ne.
Tê gotin, li herêma Paradîseyê ku nifûsa wê 26 hezar e, 6 hezar û 700 kargeh û xanî şewitîne. Bajar niha vala ye.