DI ÊRÎŞA BALAFIRÊN ÎSRAÎLÊ DE 7 FILISTÎNÎ HATIN KUŞTIN

Li aliyekî din jî duh salvegera 14’mîn a koça dawî ya rêberê Filistînê Yasir Erefat bû.

Aloziya Filistînê taybet piştî ragihandina meşên vegerê Adara derbasbûyî kûrtir bû..

Tevgera HAMAS a Filistînî ragihand ku ji ber êrîşên ezmanî yên Îsraîlê 7 Filistînî li Xezayê hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyan, nêzî 40 fûzeyên Îsraîlî bi ser Xezayê de hatin berdan.

Piştî êrîşê jî çekdarên HAMASê fûze bi ser herêmên Îsraîlê de avêtin.

Herwiha navê fermandarê HAMASê yê hatî kuştin Nûr Berekê ye.

Hêjayî gotinê ye ku ev demeke Îsraîlê operasyonên li dijî kesayetiyên Filistînî rawestandibû.

Vegera wê jî, wê bibe sedema derketina metirsî û aloziyan.

Leave a Reply

Back to top button