‘HEVPEYMANA TIRK Û RÛSAN LI BER TÊKÇÛNÊ YE’

Piştî têkçûna peyamana Rûsya û Tirkiye ya li ser Idlibê, niha hewil didin Idlibê ji rojevê derxin..

Lê her roj li herêma qaşo ‘bêçek’ tê binavkirin, topbaran û amadekariyên şer hene.

Li gundewarê Hema, Idlib û Laziqiyê navbera herdu hêzan de topbaran pêk hat.

Niha jî komên çete li eniyên pêşîn ên şer ên li herêmên qaşo bêçek amadekariyên şer dikin.

Piştî têkçûna peyamana Rûsya û Tirkiye ya li ser Idlibê, niha hewil didin Idlibê ji rojevê derxin..

Lê her roj li herêma qaşo ‘bêçek’ tê binavkirin, topbaran û amadekariyên şer hene.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ti roj bê topbaran û guleberdan li herêma ku herdu dewletan li ser li hev kiribûn, derbas nebûye.

Careke din navçeya Latamna û herêma Tel Es-Saxir (تل الصخر) ên bakurê gundewarên Hemayê bû hedefa topên rêjîmê.

Li herêma Tel Es-Sultan (تل السلطان) a gundewarên rojhilatê Idlibê jî di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên Hey’et Tehrîr Şam de şerê topavêjan derket.

Li gorî çavkaniyên opozisyona Sûrî, hevpeymana Tirk û Rûsan li ber têkçûnê ye û alozî li herêmê kûritr dibe.

Ev agahî ji aliyê rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Abdurrehman ve jî hate piştrastkirin.

Abdurrehman ji rojnameya Şerq Ewsat re axivî û got, hemû alî xwe bi hêz dikin û amadekariyên şer dikin.

Li gorî peymana Rûsya û dewleta Tirk diviyabû heta 15’ê cotmehê komên çete bi kûrahiya 15 heta 20 km çekên giran vekişandina..

Lê ev yek pêk nehat û xuyaye ev peyman tenê pêvajoyek bû.

Leave a Reply

Back to top button