LEYLA GUVEN: FAŞÎZIM JI NÊRÎNÊN OCALAN DITIRDE

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan ev 6 rojin di çalakiya geva birçîbûnê de ye.

Leyla Guven têkildarî çalakiya xwe axivî û got;

Bêdengiya li pêşberî tecrîdê tê wateya qebûlkirin û hevkariya vî sûcî.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê ku li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan ji 8’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên ajansa Firatê.

Guven pêvajoya hevdîtinên bi Ocalan re bi bîr xist û got:

Nêzî 3 salan şer û êş daket asta herî nizm.

Hat dîtin ku pêvajoya bêşer daxwaz û hesreta civakê ye.

Guven diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya şer re gava ku destpêkê hate avêtin tecrîdkirina Rêber Oclaan bû û wiha anî ziman:

Bi tecrîdeke giran nehiştin ku dengê Birêz Ocalan bigihêje derve.

Faşîzm gelekî ji nêrîna Ocalan ditirse.

Lewma tecrîd roj bi roj dirantirdibe.

Em zanin ku tecrîd polîtîkayeke derve ye.

CTP XWE LI BÊDENGIYÊ DEYNAYE

Di nava axaftina xwe de Guven nêzîkatiya saziyên navneteweyî jî bi bîr xist û wiha domand:

Di serî de CPT, hemû saziyên navneteweyî li pêşberî vê rewşa cidî xwe ker û lal kirine.

Nêrînên Birêz Ocalan sîstema cîhanê ji bo xwe metirsîdar dibînin.

Li gelek paytextên Ewropayê bi deh hezaran Kurd bi salan e çalakiyan li dar dixin.

Ji çalakiya rûniştinê heta greva birçîbûnê gelek çalakî hatin kirin.

Lê saziyên navneteweyî xwe ker û lal kirine.

Bêguman gelek sedemên vê hene lê belê ne rewşeke domadinê ye.

Ne rewşeke qebûlkirinê ye. Divê ev bê zanîn.

BÊDENGÎ LI HEMBERÎ TECRÎDÊ TÊ WATEYA HEVKARIYA VÎ SÛCÎ

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Di serî de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, gelê me yê berxwedêr ê il Ewropayê û çar parçeyên Kurdistanê pê zane ku heta tecrîd neyê rakirin wê xwe azad nebîne.

Bêdengiya li pêşberî tecrîdê tê wateya qebûlkirin û hevkariya vî sûcî.

Bi hêza xwe em dikarin aştiya civakî li Tirkiyê ava bikin.

Ji bo Birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze, têkoşîna me wê şert û mercên heyî biguherîne

Leave a Reply

Back to top button