‌HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN A MINBICÊ DI ENCAMA ÊRÎŞEKÊ ÇETEYAN DE 4 ENDAM ŞEHÎD BÛN

Hêzên ewlekariya Hundirîn a Minbic û gundewarên wê ragihand ku di encama êrîşeke çeteyan de li ser benda Şiwêha Xiznewî 4 endamên wan şehîd bûn.

Buroya ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Minbicê ragihandin ku duh derdora saet 12:30’ê êvarî komek çete êrîşên bendê kontrolê yê Hêzên Ewlehiya Hundirîn yê Şiwêha Xiznewî li derdora bajarê Minbicê kirin.

Di encam de 4 endamên me dema ku bi erka xwe radibûn şehîd bûn.

Li gorî Buroya ragihandinê êrîş di riya bikaranîna demanceyên 14 mm ên bêdeng pêk hat.

Heta niha tu alî êrîş negirtî ser xwe.

Leave a Reply

Back to top button