QSD’Ê NAKOKIYÊN 2 EŞÎRÊN TEBQAYÊ ÇARESER KIR

Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarokê Mensûra yê başûrê rojhilatê Tebqayê, civîneke lihevanînê di navbera eşîrên Bocabir û Icêl de li dar xist.

Berpirsyarekî Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê Zinar Kobanî di civînê de axivî û got:

Divê em bi hev re jiyana hevbeş li herêmên xwe ava bikin.

Nakokiya di navbera eşîra Bocabir û eşîra Icêl de, ji ber ku hin endamên eşîra Bocabir nexwest deynekî aliyê din bide, derket û di encamê de nakokî mezin bû û her du eşîr bi hev ketin.

Bi armanca çareserkirina pirsgirêkê, Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tavilê destwerdana xwe kir, beriya ku mijar aloz dibe.

Di vê çarçoveyê de Buroya Têkiliyan a QSD’ê li bajarokê Mensûra civîneke lihevanînê li dar xist.

Di civînê de şêx û rûspiyên eşîrên herêmê beşdar bûn.

Berpirsyarekî Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê Zinar Kobanî di civînê de axivî û wiha got,

00:40 – 01:01

Herêm rastî hewldanên destdirêjiyê ji aliyê hêzên herêmî ve tê û derxistina tevliheviyan di navbera pêkhate û eşîrên Sûriyê de armanc dike.

Ez bang li şêniyan dikim ku li hemberî van hewldanan hişyar bin û nakokî û gengeşeyên xwe bi rêbazên aştiyane çareser bikin.

Di dawiya civînê de eşîra Bocabir deynê eşîra Icêl da û dawî li nakokiyê hat.

Hêjayî gotinê ye Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji destpêka rizgarkirina herêma Tebqayê ve gelek nakokiyên di navbera eşîr û şêniyên herêmê de çareser kir.

Leave a Reply

Back to top button