HAMAS’Ê 400 FÛZE JI XEZAYÊ AVÊTIN ÎSRAÎLÊ

Avêtina fûzeyên Filistînî û êrîşên Îsraîlî ji şeva Duşemê ve didome.

Zimanê gefxwarina bilindkirina asta şer jî, ji herdu aliyan ve zêde dibe..

Ev jî tê wateya kûrbûna aloziyê û gengaziya derketina şerekî nû.

Li gorî agahiyên dawî, 4 Filistînî û Îsraîliyek hatin kuştin û bi dehan birîndar jî ji her du aliyan hene.

Avêtina fûzeyên Filistînî û êrîşên Îsraîlî ji şeva Duşemê de didome.

Ev jî tê wateya kûrbûna aloziyê û gengaziya derketina şerekî nû.

Li gorî agahiyên dawî, 4 Filistînî û Îsraîliyek hatin kuştin û bi dehan jî birîndarên herdu aliyan hene.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji duh ve nêzî 400 fûzeyên Filistînî bi ser Îsraîlê ve hatin berdan.

Weke bersiv jî, artêşa Îsraîlê 150 êrîş li dijî baregehên tevgera HAMAS û Cîhada Îslamî pêk anî.

Her wiha tûgayên El-Qesem ên girêdayî tevgera HAMASê avêtina fûzeyan girt ser xwe.

Ev alozî, û piştî 2014’an û vir ve, bi xwe re metirsiyên şerekî nû tîne.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Kolonêl Jonathan Conricus di vê derbarê de got ku wan sîstemên dij-fûzeyan û hemû amadekariyên şer ên din kirine.

Tê payîn ku wê îroj serokwezîr Binyamîn Netenyaho civîneke ewlehî ya biçûk li dar bixe.

4 FILISTÎNÎ HATIN KUŞTIN 9 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Têkilarî mijarê, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Nicolay Maladinov teqez kir ku ew bi Misirê re hewl didin ku Xezayê ji têkçûnê bidin aliyekî.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku 4 Filistînî hatin kuştin û 9 birîndar bûn.

Li aliyê din, artêşa Îsraîlê xuya kir ku di encama avêtina fûzeyan de bi dehan birîndên sivîl hene.

Hat zanîn ku yek ji êrîşên Îsraîlê yên ezmanî li dijî avahiya televîzyona El-Eqsa bû, ji ber ku ev televîzyon a tevgera HAMASê ye.

Hêjayî gotinê ye ku ev alozî piştî hewldana lidarxistina operasyonekê ji aliyê hêzên taybet ên Îsraîlê ve derket.

Artêşa Îsraîlê got ku mebesta vê operasyonê komkirina agahiyên îstîxbaratî bû.

Li gorî çavkaniyan jî operasyon bi ser neket.

Leave a Reply

Back to top button