PERVÎN BULDAN: HDP’Ê JI BO HILBIJARTINÊN HERÊMÎ XWE AMADE DIKE

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe ya li meclîsê polîtîkaya Tirkiyê de, çalakiya Leyla Guven ya ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan û hilbijartina herêmî nirxandin.

Pervîn Bûldan got, Em ê desthilatdariya herêmî ti carî radestî zîhniyeta faşîst a AKP’ê nekin.

Û ji alîgirên demokrasiyê xwest li dijî faşîzmê hêza xwe bikin yek.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna koma partiya xwe ya li meclîsê polîtîkaya Tirkiyê, çalakiya Leyla Guven ya ji bo tecrîda li ser Rêber Ocalan û hilbijartinên herêmî nirxandin.

Pervîn Bûldan di destpêka axaftina xwe de behsa amadekariyên hilbijartinên herêmî kir û got:

HDP’ê bi partiyên Kurdan re li herêmê hevdîtin pêk anîn.

Li rojavayî Tirkiyê jî em hewl didin tifaqeke berfireha ya demokratîk ava bikin.

HDP’ê bi awayê herî xurt xwe ji hilbijartinê re amade dike.

Bûldan diyar kir, hilbijartinên herêmî wê rejîma yek şexsî li nava Qesrê asê bike.

BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ WÊ AŞÎTIYÊ LI ROJHELATA NAVÎN BÎN E

Hevseroka Giştî ya HDP’ê bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan û wiha anî ziman:

Tecrîda giran a li Îmraliyê ji vê rewşa ku em di nav de ne cuda nîne.

Dema bi Birêz Ocalan re hevdîtin dihatin kirin li vî welatî şer tunebû, sergirtina malan, girtin û binçavkirin nedihat kirin.

Pervîn Bûldan işaret bi greva birçîbûnê ya Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven kir û wiha domand:

Em vê çalakiyê weke rexneyekê li xwe dibînin.

Em soz didin ku heta tecrîd bê şikandin em ê têkoşîna xwe geş bikin.

Em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku hîn bi xurtî xwedî li hevala me Leyla Guven derkevin.

Bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan wê bikeve xizmetî hemû gelên Rojhilata Navîn.

BIRYARA DYA BERDEWAMA KOMPLOYA LI SER OCALAN E

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di dawiya axaftina xwe de işaret bi biryara DYA’yê ya derheqê lêgerîna 3’ê pêşengên PKK’ê kir û got:

Yên ku beriya niha bi 20 salan Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyê kirin, bi vê yekê hewldidin gelên Kurd û Tirk li ber hev rakin.

Niha jî hewl didin bi dayina pereyan komployên xwe bidomînin.

Bi van rêbazên tarî nikarin pirsgirêkan çreser bikin.

Leave a Reply

Back to top button