1.1 MILYAR EURO PEREYÊ KU YE DA TIRKIYÊ WINDA YE

Yekîtiya Ewropayê, ji bo koçberên Sûriye ku li Tirkiye bicih bûn, 3 milyar euro şandibû Tirkiye.

Lê dîwana Muhasebatê ya Yekîtiya Ewropa diyar kir ku ji 3 milyar Auro, milyarek û sed milyon euro pereyê wan winda ye û nayê zanîn çawa û li ku hatiye xerçkirin.

Dîwana Muhasebatê ya Yekîtiya Ewropa derbarê vê mijarê de raporek amade kir.

YE’ê di raporê de diyar kir ku Ewropa ji destpêka krîza Sûriye de ji bo koçberan piştgiriyek mezin daye Tirkiye.

Sala 2016’an de YE 3 milyar Avro daye Tirkiye û ev yek nebûye çareya krîzê.

YE di raporê de da zanîn ku li gorî projeyên hatine kirin alîkarî bi penaberan re hatiye kirin û gelek proje encam girt, lê nêviyê van projeyan hêj encam negirtiye.

Endamê Dîwana Muhasebatê yê YE’ê Bettina Jakobsen, diyar kir ku YE 3 milyar Auro daye Tirkiye û ji vî pereyî milyarek û sed milyon euro li ku û çawa hatiye xerçkirin ne diyar e.

Leave a Reply

Back to top button