LI BAJARÊ QELADIZÊ SEMÎNEREK LI SER REWŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HAT LIDARXISTIN

Li bajarokê Qeladiz yê li Başûrê Kurdistanê semînerek li ser rewşa Bakurê Sûriyê hat li darxistin.

Di semînerê de Endama PYD’ê Eyşê Efendî û endamê kordînasyona TEV-DEM Ehmed Şêxo axivîn û gotin:

Berxwedan û têkoşîna li Bakurê Sûriyê hemû pîlanên dewleta Tirk a dakirger têk bir.

Li bajarokê Qeladiz yê li Başûrê Kurdistanê semînerek li ser rewşa Bakurê Sûriyê hat li darxistin.

Di semînerê de endama PYD’ê Eyşê Efendî û endamê kordînasyona TEVDEM Ehmed Şêxo li ser rewşa dawî ya Bakurê Sûriyê axivîn.

Di destpêkê de Eyşê Efendî axivî û wiha got:

Şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojavayê Kurdistanê destpêkir û hêjî berdewam dike.

Bi pêşengiya fikrê Rêber Ocalan çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin.

Hêza ku DAIŞ têk biriye QSD’ê.

Eyşê Efendî bal kişand ser dagirkirina Efrînê û wiha got;

Çawa ku di dema dîl girtina Rêber Ocalan de dewletan bazirganiyê kir, li Efrînê jî bi heman awayî carek din bazirganiyê li ser Kurdan dubare dikin.

Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan serket û xew bi rêvebirêve bir.

Endamê tevgera TEVDEM’ê Ehmed Şêxo jî balkêşa ser planên dewleta trik li Bakurê Sûriyê û got:

Berxwedana li Bakurê Sûriyê hemû pîlanên dewleta Tirk a dakirger têk bir.

Em bang li gelê xwe dikin vegerin ser mal û milkên xwe, sîstema xwe rêvebirinê
hîn xortir bikin û ji êrîşên dewleta tirk re bibin bersiv.

Leave a Reply

Back to top button