MIHRÎCANA FÎLMAN A KOBANÊ YA NAVNETEWÎ DIDOME

Di roja 2. a Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navnetewî, hejmarek belgefîlm û kurtefîlîmên rengereng ên ku li welatên cîhanê hatine kişandin, hatin pêşandin.

Ji kurtefîlîmên hatine pêşandin:

(Serpêhatiyên Zarokên Astengdar), (Ez Jî Dikarim Biaxivim), (Pareyek Ji Pareyan), (Gotinin Ji Karmelin û Destan).

Di beşa duyemîn de, belgefîlmekî bi navê “Heval Aryan” hate nîşandan.

Di fîlîm de behsa şervaneke YPJ’ê ku beşdarî bi dehan şerên li dijî DAIŞ’ê bûye, dike.

Fîlîm 77 deqe bû.

Di mîhîrcanê de fîlîmên kertonî jî hatin pêşkêşkirin.

Tê payîn ku ev fîlîm li kampên Eyn Îsayê, Şehba û li Wargeha Mexmûr ya Ristem Cudî li Başûrê Kurdistanê werin pêşandin.

Leave a Reply

Back to top button