PIŞTÎ BINKETINA LI SER ERDÊ, ASTANA CAREKE DIN XISTIN ROJEVÊ

Bi binketina hevpeymana Rûsya û Tirkiye ya li ser Idlibê niha Rûsya hewil dide careke din Astana bixe rojevê.

Toreya nû ya Astana dawiya vê mehê tê lidarxistin.

17’ê Îlonê Serokê Rûsya Vladmir Putin û Erdogan li Soçiyê civiyan û heympeymana Idlibê îlan kirin.

Li gorî heypeymanê diviyanbû herêmeke bêçek bi kûrahiya 15 heta 20 kîlometre heta 15 Cotmehê bihata avakirin..

Lê ne çete ji herêma qaşo ‘Bêçek’ tê binavkirin vekişiyan û ne jî heypeyman pêk hat..

Çavdêran ev peyman weke ‘Pêvajoyekê’ bi nav kirin ku hêjî krîza Idlibê berdewam e.

Bi binketina heypeymanê Rûsya niha hewil dide careke din Astana bixe rojevê.

Toreya nû ya Astana dawiya vê mehê tê lidarxistin.

Rûsya bi armanca pêkanîna sê hedefan dixwaze civînê rêve bibe.

Ya yekê Idlib e ku divê çareseriyeke ji xetimîna heyî re bê dîtin..

Ya duyemîn çareseriya siyasî, mijara penaberan û jinûve-avakirina Sûriyê ye ku Rûsya dixwaze rola mezin bistîne.

Ya sêyemîn jî li hemberî tevgerên Washingtonê ya li sûriyê gavên nû ye.

Danûnstandinên Astana bi serperştiya Rûsyayê 23 û 24’ê çileya 2017’an dest pê kirin.

Ta niha 9 toreyên Astana hatine lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button