LI YEMENÊ DI NAVBERA ALIYÊN ŞER DE AGIRBESTEKE DEMKÎ HAT RAGIHANDIN

Li Yemenê hêzên alîgirên hikûmetê ragihandin ku wan şer li bajarê Hudedayê rawestand.

Sê fermandarên meydanî yên hêzên hikûmetê diyar kirin ku fermana agirbestê û rawestandina hemû çalakiyên leşkerî ji wan re hat.

Li Yemenê hêzên alîgirên hikûmetê ragihandin ku wan şer li bajarê Hudedayê rawestand.

Sê fermandarên meydanî yên hêzên hikûmetê diyar kirin ku fermana agirbestê û rawestandina hemû çalakiyên leşkerî ji wan re hat.

Di vê der barê de Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ku hevkarê sereke yê koalisyona Erebî li gel Siûdiyê ye, piştgiriya xwe ji bona danûstandinên aşîtiyê ku wê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî li Suwêdê di demeke nêz de bê lidarxistin, nîşan da.

Li gorî agahiyan, piştî du hefteyan ji şer û pevçûnên giran, 600 çekdar ji herdu aliyan hatin kuştin.

Tê zanîn ku ji sala 2014’an ve bajarê Hudeydayê di bin kontrola çekdarên Husî de ye, hêzên hikûmetê jî, û bi piştgiriya koalisyoneke leşkerî, ji Hezîrana borî ve hewl dide vî bajarî vegerîne.

Nûçegihanê ajansa AFP ragihand ku ji şeva Çarşemê de tu pevçûn rû nedaye, tu balafir jî ranebûne û rewşa li ser erdê bi giştî aram e.

Li aliyê din, rayedarekî hêzên hikûmetê ji ajansa AFP re wiha gotibû:

“Rawestandina çalakiyan demkî ye, da ku derfet ji rêxistinên mirovî re were dayîn ji bona veguhestina karmendên xwe tevî hin birîndaran û vekirina korîdoreke ewle ji sivîlan re.

Fermandarekî leşkerî jî teqez kir ku wê êrîş heya rizgarkirina Hudeyda û Perava Rojava bidome.

ji aliyê xwe ve rêveberê Programa Xwarina Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî David Beasley (ديفيد بيزلي) got ku rewş li Yemenê pir xirab e.

Beasley diyar kir ku navbera 18 û 19 milyon kes di rewşa birçîbûnê re derbas dibin.

Leave a Reply

Back to top button