`BIRYARA KU PKK’Ê RÊXISTINEKÎ TEROR E, XWE NASPÊRE DELÎLÊN XURT`

Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê diyar kir biryara YE ya ku PKK xistibû nav ‘lîsteya rêxistinên terorê’ xwe naspêre delîlên zêde.

Dîwanê got,

Divê biryara Konseya Ewrûpayê ya ku PKK xistiye nav ‘lîsteya rêxistinên terorê’ , were betalkirin.

Yekîtiya Ewropayê her 6 mehan carekê ‘lîsteya rêxistinên terorê’ nû dike.

Yekîtiya Ewropayê herî dawî jî PKK xistibû vê lîsteyê.

Di dozê de ya li hemberî vê biryarê, Dadgeha Giştî ya Dîwana Edaletê ya Ewropyaê diyar kir ku delîlên ku tên pêşkêşkirin, ne zêde xurt in û têra xwe li ser wan nehatiye sekinandin.

Dadgehê diyar kir ku hin bûyer û çalakî ji bo xistina PKK di nava lîsteyê de wekî hincet hatine nîşandan û delîl ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê ji nav nirxandineke hiqûqî nehatiye derbaskirin.

Di biryarê de bal hate kişandin ser rewşa PKK’ê ya li Rojhilata Navîn û hat diyarkirin ku sûcdariyên ku tên kirin rê li ber delîlên xurt venakin.

Dadgeran biryara agirbestê ya PKK’ê ku piştî salên 2009’an û qala hevdîtinên aştiyê yên bi dewletaTirk re kirine bibîrxist û qala daxuyaniya Newroza di sala 2013’an de hate kirin a ku Rêber Ocalan kiribû.

Di wê demê de Nûnera Bilind a Karên Derve ya YE’yê û Komîserê Berpirsê Berfirehkirinê jî bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dabûn daxuyaniya Ocalan.

DÎWANA EDALETÊ YA EWROPAYÊ:
DIVÊ PKK’Ê NAV LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ WERE DERXISTIN

Dîwana Edaletê biryar da ku divê biryarên Konseya Ewrûpayê ya di navbera salên 2014-2017’an de ya ku PKK xistiye nav ‘lîsteya rêxistinên terorê’ , werin betalkirin.

Leave a Reply

Back to top button