Eniya Niştimanî êrşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz ji parlementoya Başurê Kurdistanê kir ku ji bo van êrîşan di zûtirîn dem de bicive.
Eniya Niştîmanî di daxuyaniya xwe de bang li Serokkomarê Iraq, Hikûmeta Iraq û Parlemetoya Herêma Kurdistanê kir ku li dijî van êrîşan êdî helwestekê nîşan bidin
Eniya Niştimanî bal kişand ser rola parlementoyê û got:
“Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê bi lezgîn têkildarî van êrîşan kom bibe û sefaret-xaneya Tirk a li Hewlêrê hişyar bike ku carekî din êrîşên xwe li dijî xaka Kurdistanê dubarenekê.”
Di dawiyê de Eniya Niştimanî bang li hemû aliyên siyasî û Kurdî kir ku ji bo carekî din ev êrîş dubere nebin û welatiyên sivîl nebin qûrbanî divê dest bidin destên hev û dawî li bêdengiya xwe bînin.