RÛSYA: PEYMANA IDLIBÊ PÊK NEHATIYE

Rûsya piştî bêdengiyeke demdirêj, li xwemikur hat û diyar kir ku hevpeymana Idlibê binketiye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova têkildarî mijarê axivî û got:

“Hê qutbûn navbera çeteyên bi navê opozisyona nerm û terorîstan li Idlibê pêk nehatiye”

Navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Erdogan de 17’ê îlona derbasbûyî li ser Idlibê heypeymanek pêk hat.

Li gorî hevpeymanê diviyabû herêmeke ‘bêçek’ bi kûrahiya 15 heta 20 kîlomertre heta 15’ê Cotmehê bihata avakirin.

Lê ev yek li ser erdê pêk nehat.

Rûsya piştî bêdengiyeke demdirêj, li xwemikur hat û diyar kir ku hevpeymana Idlibê binketiye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku peyman negihaye serî.

Maria Zakhrova got:

“Hê qutbûn navbera çeteyên bi navê opozisyona nerm û terorîstan li Idlibê pêk nehatiye.”

Zakhrova destnîşan kir ku di êrîşên çeteyên Nusrayê li ser nuqteyên rejîmê de çeteyên ku xwe weke ‘nerm’ bi nav dikin, alîkarî dan Nusrayê..

Li gorî çavdêran, Kartên dewleta Tirk li Idlibê qediyane û peyman tenê pêvajoyek bû..

Leave a Reply

Back to top button