HÊZÊN REJÎMÊ GUNDEWARÊN HEMAYÊ TOPBARAN KIR

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan têkildarî rewşa dawî ya herêma qaşo ‘bêçek’ tê binavkirin û derdora wê agahiyên nû belav kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku navbera hêzên rejîmê û komên çete yên li herêmên Zelaqiyet û Zelîn a gundewarê bakurê Hemayê şer derket.

Her wiha hêzên rejîmê herêmên Litamine, Keferzîta, ya gundewarê Hemayê da ber topban.

NAVBERA ÇETEYÊN TEHRÎR ŞAM Û HURAS DÎN ŞER DERKETIN

Hemwextî wê navbera komên çete bi xwe şer derket.

Şer navbera çeteyên Heyet Tehrîr Şam û derket.

Şer di encama girtina 7 çeteyên Huras Dîn ji hêla Tehrîr Şam ve rûda.

REJÎM ÇEKDARÊN LIHEVHATINÊ DIXE ŞER.. 34 ÇEKDAR HATIN KUŞTIN

Li aliyekî din jî 34 çekdarên Dera û Quneytrayê yên ku bi rejîmê re li hevhatibûn, hatin kuştin.

Ev çekdar bi serpereştiya Rûsyayê tevlî Feyleqa Pêncan hatibû kirin.

Rejîmê wan li dijî DAIŞ’ê li gundewarê Suweydayê dide şerkirin.

Li gorî çavdêran rejîma Sûrî bi vî awayî ji van çekdaran xilas dibe, windahiyên xwe yên şer kêm dike û dixwaze xwe rewa nîşan bide.

Leave a Reply

Back to top button