NETEWÊN YEKBÛYÎ HEJMARA PENABERÊN SÛRÎ YÊN LI DERVE EŞKERE KIR

Neteweyên Yekbûyî têkildarî hejmara penaberên Sûrî ên li derve, raporeke nû belav kir.

Li gorî raporê hejmara penaberên Sûrî yên li dewletên cîran 5 milyon û 600 hezar penaber e.

zêdetirî 3 milyon û 500 hezar penaber li Tirkiyê ye bi rêjeya 63.8.

Zêdetirî 900 hezar penaber li Lubnanê ne bi rêjeya 16.9.

Zêdetirî 600 hezar penaber li Urdunê ne bi rêjeya 11.9.

Zêdetirî 200 hezar penaber li Iraqê ne bi rêjeya 4.5.

Zêdetirî 100 hezar penaber li Misrê ne bi rêjeya 2.3.

Li dewletên bakurê Afrîkayê jî nêzî 33 hezar penaber hene, bi rêjeya 0.6.

Di raporê de tê diyarkirin ku zêdetirî 100 hezar penaber navbera 2015 û 2018’an vegerîne Sûriyê.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ku 2011’an dest pê kir, 13 milyon kes ango 60 ji sedî ji şêniyên Sûrî derketin derveyî Sûriyê.

Leave a Reply

Back to top button