WALÎTIYA AMEDÊ ÇALAKIYÊN JI BO LEYLA GUVEN QEDEXE KIR

Walîtiya Amedê hemû çalakiyên ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven heta 15 rojan qedexe kir.

Polîsan piştî qedexeya Walitiyê avahiya HDP’e ya Amedê dorpêç kir.

Îro Rêxistina HDP’ê ya Amedê xwest li ber Girtîgeha Tipa E ya Amedê çalakiyê pêk bîne.

Lê beriya Rêxistina HDP’ê û wekîlên HDP’ê çalakiyê pêk bînin Walîtiya Amedê bi lez û bez der barê çalakiyên ji bo Leyla Guven de biryara qedexeya çalakiyan da.

Polîsan piştî qedexeya Walitiyê avahiya HDP’e ya Amedê jî dorpêç kir.

Walîtiya Amedê di biryarê de ragihand ku hemû çalakiyên li nava bajar û dervê bajar heta 15 rojan wê were qedexekirin.

Leave a Reply

Back to top button