HÊZÊN REJÎMÊ ÊRÎŞÊN XWE LI DIJÎ IDLIBÊ ZÊDE DIKE

Hemwextî wê Çavdêriya Sûrî ragihand ku êrîşên hêzên rejîma Sûrî li dijî gundewarên Idlib, Hema û Laziqiyê berdewam e.

Li gorê çavkaniyan hêzên rejîmê herêmên nêzî nuqteyên çavdêriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên navbera Idlib û Hemayê topbaran kir.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî diyar kir ku di encama topbaran çeteyan de, 18 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin.

Di encama topbaran û gulebarana li ser herêma ‘Bêçek’ tê binavkirin û dewrûbera wê, 46 ji hêzên rejîmê, 28 ji çeteyan û bi dehan sivîl hatine kuştin.

Îlona derbasbûyî navbera Rûsya û Tirkiye li Soçiyê li ser Idlibê heypeymanek pêk hat.

Li gorî heypemanê diviyabû herêmeke ‘bêçek’ bihata avakirin û çete ji herêmê bihatane vekişandin..

Lê ev yek pêk nehat..

Rûsyayê jî beriya çend rojan li xwe mikur hat ku ev heypeyman pêk nehatiye.

Leave a Reply

Back to top button