SERÇETEYÊ ALMANÎ MUHAMMAD ZAMMAR XWESTIYE VEGERE WELATÊ XWE

Li Bakurê Sûrî bi sedan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî di gitîgehehan de ne.

Serçeteyê Alman Mûhammed Zammar ku yek ji amadekarên êrîşên 11’ê Îlona 2001’ê ye dixwaze vegere Almanyayê.

Lê hikumeta Elman heya niha daxwzaname jê re rênekiriye.

Em bi hev re li nûçeya xwe temaşe bikin.

Navê Almanya ev çend car in ji bo çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakurê Sûrî gitrî ne, derbas dibe, lê belê, hîna jî bêdeng e.

Li Bakurê Sûrî bi sedan çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî di gitîgehehan de ne.

Li gorî agahiyan, 35 welatiyên Alman in.

Yek ji wan jî serçeteyê Alman Muhammad Zammar e ku ji koma amadekar a êrîşên 11’ê Îlonê bû.

Çete Muhammad Zammar di pêngaveke QSD’ê ya dijî DAÎŞ’ê de bi saxî hate girtin.

Zammar diyar kir ku ew dixwaze vegere Almanyayê.

Çete Muhammad Zammar li girtîgeha ku lê ye, ji hejmara nû ya kovara nûçeyan a Almanyayê ji Der Spîegelê re axivî û ji hikumeta Elman xwest ku bi rewşa wî re eleqedar bin.

Li gorî lêkolîna Spîegelê, Serdozgeriya Federal di lêpirsîna der barê çeteyên DAÎŞ’ê de biryara girtina Zammar jî daye.

Mûhammed Zammar weke Mûhammaed Ata di hucreya Hambûrgê ya El Qaîdeyê de cih girt.

Di nava salên 1990’î de tevlî El Qaîdeyê bû û 1995’an jî tevlî şerê navxweyî yê li Bosnayê bû.

Zammar beriya êrîşên 11’ê Îlona 2001’ê, bi nasnameya xwe ya endezyarê makînayê demekê li Urdun, Tirkiye û Sûriyê ma.

Tê gotin, Zammar yek ji hevalên gelekî nêz ê Ûsame Bîn Laden e.

Piştî êrîşên 11’ê Îlonê Almanya terikand.

Îstîxbarata Elman şopa wî li Fasê dît û bi alîkariya îstîxbarata DYA’yê CIA, ew girt.

Lê belê ji ber ku tevî Almanyayê di heman demê de welatiyê Sûriyê ye, sala 2002’an radestî rejîma Şamê hate kirin.

Endamê berê yê El Qaîdeyê û endamê nû yê DAÎŞ’ê Zammar piştî ku hate berdan yekser tevlî çeteyên DAAÎŞ’ê bû û dîmenên wî yên bi alên DAÎŞ’ê li malperên înternetê yên DAÎŞ’ê hatin weşandin.

Ev çend carin rêvberiya xweser ya bakur û rojhilatî sûrî bang li walatên rojava dike ji bo xwedî li hemwelatiyên xwe yên tevlî çeteyên DAIŞ’ê bûne kir lê heya niha hemû dewletan xwe li bêdengiyê deynaye.

Leave a Reply

Back to top button