NAVENDA KOMÎNA DÎLANAN HAT VEKIRIN

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a navçeya Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Hesekê bi şahiyekê navenda Komîna Şems a dîlanan vekir.

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Kantona Hesekê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de endama rêveber a Komîna Şems, Dîma Elî axivî û avakirina komînê li şêniyan pîroz kir.

Piştre gelek koman dîlan, stran û şanoyên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi vekirina deriyê Komîngeha Şems ji aliyê dayîkên şehîdan ve bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button