TEVÎ RAGIHANDINA AGIRBESTÊ; ALOZÎ HÊ DIDOME

Aloziya navbera Filîstîn û Israîlê tevî ragihandina agirbestê jî berdewam e.

Wezîrê Parastinê yê Israîlê Avigdor Lieberman piştî agirbestê îstîfa kir.

Li Israîlê bi xwe jî du nêrîn derketine, yek dixwaze bi şer çareser bike ya din jî bi dîplomasiyê.

Bi navbeynkariya Misr, Qeter û hêzên navnetewî agirbestek navbera Filîstîn û Israîlê hat ragihandin.

Lê hê bandora bûyerê li gelek aliyên din heye.

Çavdêrên Israîlê agirbest weke têkçûnekê bi nav kirin ku di encama wê de Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lieberman îstîfa kir.

Lê tevî agirbestê, Artêşa Israîlê li dijî hêzên Hemasê çalakiyek pêk anî û 7 endamên wê kuşt.

Çalakiya li başûrê Xezzayê hat kirin beriya rojekê ji daxuyaniya Serok-Wezîrê Israîlê Benyamin Netanyahû pêk hat.

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihand ku çalakî di bin çavdêriya serokartêş general Gadî Ezenkot de bi erêkirina wezîrê parastinê Avîgdor Lieberman û serokê hikumetê Benjamin Netanyahu pêk hatiye.

Piştî 48 saetan ji çalakiya leşkerî bi navbênkariya navneteweyî û herêmî agirbest dîsa ket meriyetê.

Lê tişta balkêş ew e ku Avîgdor Lieberman ji paya xwe derket.

Çavdêrên Filistî jî ev mijar wek propagandeyeke partîtî bi nav kir da ku wek serokê hikumeta Îsraîlê were erkdarkirin.

Lieberman çareseriya bi Xezzayê re leşkerî dibîne ku divê hemû hêza berxwedana Filistînê were hilweşandin.

Lê Netanyahu li dijî vê nêrîna wî derdikeve ku lêçûna wê mezin e û wê bandorê li rewşên Hizbullah û aloziya Sûriyê jî bike.

Leave a Reply

Back to top button