‘EM VAN ÊRÎŞAN ŞERMEZAR DIKIN Û PIŞTGIRIYA QSD’Ê DIKIN’

Şêxê êla Şemer Ebdulezîz Cerba der barê rewşa Bakurê Sûriyê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê de axivî û got:

Ev êrîş cihê şermezariyê ne û divê êlên herêmê têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re xurt bikin

Şêxê êla Şemer ê Iraqê Şêx Ebdulezîz Cerba piştî êrîşên DAIŞ’ê li dijî Iraqê, hate Sûriyeyê û niha li Bakurê Sûriyeyê dimîne.

Şêx Ebdulezîz Cerba Di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku şêniyên herêmên Bakurê Sûriyê tevî rêveberiya wê bi awayekî baş penaberên Iraqê pêşwazî kirine.

Ebdulezîz Cerba destnîşan kir ku projeya rêveberiya xweser projeyeke niştîmanî ye.

Ev proje dikare hemû pirsgirêkên Sûriyê çareser bike û got;

Em hêvî dikin ku projeya Rêveberiya Xweser derbasî Iraqê jî bibe.

Ebdulezîz Cerba balkişand ser têkiliya navbera QSD’ê û êlên ereb li bakurê sûriyê û wiha anî ziman:

Çareserkirina pirsgirêkan divê bi riya danûstandinê bin.

ji bo wê divê têkiliyên di navbera QSD’ê û êlan de werin xurtkirin.

Ebdulezîz Cerba di dirêjahiya gotinên xwe de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kir û wiha domand:

“Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim. Tu hincetên van êrîşan tune ne.”

Dewleta tirk hewl dide ewlehîya herêmê têk bibe.

Di dawiya axaftina xwe de şêxê êla Şemer ê Iraqê Ebdulezîz Cerba wiha bi dawî kir:

Em amadene tevî gelên herêmê li hember êrîşan bisekinin û fedakariyan bikin.

Leave a Reply

Back to top button