KOMÎTEYA ENERJIYÊ JI SEDÎ 70 TOREYÊN KEHREBEYÊ SERERAST KIRIN

Komîteya Enerjiyê ya naçeya Şedadê li kantona Hesekê ji sedî 70 ji toreyên kehrebeyê yên ku di encama kiryarên çeteyên DAIŞ`ê de zerar dîtibûn sererast kirin

Piştî ku herêma Şedadê di 21`ê Şibata 2016`an de ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin,

Rêveberiya Xwesr gelek saziyên xizmetguzariyê li navçeyê vekirin.

Komîteya Enerjiyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser bi hevkariya şêniyên herêmê dest bi sererastkirina toreyên xirabûyî kirin.

Hevseroka Komîteya Enerjiyê ya navçeya Şedadê Esîr Ehmed destnîşan kir ku wan ji sedî 70 ji toreyên kehrebeyê sererast kirine.

Esîr Ehmed bibîr xist ku derfetên wan kêm in û bang li desteya Enerjiyê ya kantona Hesekê kir ku alîkariya wan bikin da ku navçeyê hemû bi kehrebe bikin.

Leave a Reply

Back to top button