MIHRÎCANA FÎLMAN A KOBANÊ YA NAVNETEWÎ DI ROJA ŞEŞEMÎN DE DIDOME

Di roja 6’emîn ji mîhrîcanê rêzefîlmên ku berxwedana Efrînê rave dikin hatin pêşkêşkirin.

Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navnetewî ku li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê tê organîzekirin didomin.

Di roja xwe ya şeşemîn de rêzefîlmên ku berxwedana Efrînê rave dikin hatin pêşkêş kirin.

Ji fîlmên ku behsa berxwedana gel û şervanên Efrînê li dijî dgirkeriya Tirkiyê dikin ev in:

Fîlmê “Afrînerên Hêviyê”

Derhêner Mihyedîn Arselan:

Fîlm behsa komeke şano dike ku ji ber êrîşên Tirkiyê neçar ma ji Efrînê derkeve

lê hewl dide bi çalakiyên xwe ken li ser rûyê zarokan çêbike.

Fîlmê duyamîn jî bi navê “Zeytûna Sor a Dawî” ye.

Derhêner Mehmûd Çeqmaqî ye.

Fîlm balê dikşîne ser girêdana gelê Efrînê bi ax û çanda xwe .

Her wiha piştgiriya wan a bi YPG û YPJ’ê re dide xuya kirin.

Fîlmê sêyemîn bi navê “Aras” e.

Ev fîlm ji berhemên Ajansa “Rûmaf e” ku ji aliyê Mesûd Kerad ve hatiye derhênerkirin.

Fîlm balê dikşîne ser rewşa mirovî ya giran li Efrînê û sûcên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî şêniyên Efrînê.

Fîlmê çaremîn jî bi navê “Çavên Rêwî”

derhêner Mesûd Kerad

Ev fîlm behsa rewşa şêniyên Efrînê ji kêliyên pêşî yên êrîşan ta derketina ji Efrînê dike.

Li aliyekî din hin fîlmine din jî hatin pêşandan wek:

“Retourch, Birth of a wolf, Plac, Goldfish”

her wiha fîlmên kertonî û belgefîlm jî hatin pêşkêşkirin.

Tê payîn ku Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navnetewî îro wê bi dawî bibe.

Leave a Reply

Back to top button