LI XANEQÎNÊ, DAIŞ’Ê ÊRÎŞÎ NUQTEYEKE POLÎSÊN FEDERAL KIR

Çeteyên DAIŞ li nêzî gundê Mehmud Eziz a ser bi bajarokê Xaneqînê, êrîşê xalek ya polîsên federal kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin çeteyên DAIŞ îro danê êvarê, li nêzî gundê Mehmud Eziz ya ser bi bajarokê Xaneqînê êrîşê nuqteyeke polîsên federal yên Iraqê kir.

Hat zanîn dema ku otomobêlek ya leşkerên artêşa Iraq xwestiye bi hewara polîsan biçe, mayînek ku berê hatibû çandin teqiyaye.

Di encama teqînê de leşkerek yê Iraqê hat kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.

Lê nayê zanîn di encama êrîşa çeteyan a bi ser xala polîsan de, kuştî yan jî birîndar hene yan na.

Gundê Mehmud Eziz dikeve rojavayê bajarokê Xaneqîn û di meha borî de komek çete êrîşê gund kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button