ŞENGALIYAN MEŞEK LI DAR XIST Û BANGA XWEDÎDERKETINA LI OCALAN KIR

Şengaliyan bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêber Ocalan û biryara Emerîka li ser sê pêşengên PKK’ê şermezar kirin.

Meş ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ve û bi beşdarbûna dehan Şengaliyan hat lidarxistin.

Meş ji wargeha Tel Ezêr destpêkir û heya geliyê Kersê li gel Baxçeyê Rêbertî dewam kir.

Li wê derê daxuyaniyek ji aliyê endama TAJÊ Jiyan Şengalî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Êzidî hat kirin k xwedî li Rêber Ocalan derbikevin.

Her wha hat gotin ku ew ê heya ku agahiyek ji Ocalan bigrin çalakiyên xwe berdewam bikin.

Leave a Reply

Back to top button