Komîteyên lihevanînê yên bajarê Reqayê zêdetirî 500 doz di nav 6 mehan de çareser kirin û hewl didin di çareserkirina dozan de rêgeza edaleta civakî pêk bînin.
Komîteyên lihevanînê ji 7 endamên xwedî tecrube û exlaq ku di nav gel de tên pejirandin pêk tên.
Piraniya dozên ku komîteyê çaresrkiriye nakokiyên zeviyên çandiniyê, avahî û mîratê in.
Komîteyên lihevanînê zêdetirî 500 doz di nav 6 mehan de çareser kirine.
Têkildarî mijarê serokê Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê Mistefa Ismaîl axivî û wiha got:
Komîteyan xebatên xwe bi çareserkirina dozên berê û yên nû, her wiha bi girtina nêrîna her du aliyan bi rê ve dibe.
Piraniya dozên ku li gel komîteyan nayin çareser kirin ji dadgehê re tên veguhestin.