PUTIN: EGER EMERÎKA JI HEVPEYMANA NUKLEERÎ VEKIŞE EM Ê FUZEYINE NÛ HILBERÎNIN

Serokê Rûsyayê Valdimir Putin hişyarî da û got ku eger Emerîka ji hevpeymana nuklerî vekişe, ew ê fûzeyên nû ên Balistîk hilberînin.

Ev hişyariya Rûsî piştî ku wezîrê Karên Derve yê DYEyê Mike Pompeo, Rûsya , bi binpêkirina hevpeymanê tawanbar kir.

Piştî 30 salî hevpeymana nuklerî dikeve rojevê, bi taybetî jî piştî ku serokê DYEyê Donald Trump ragihand ku welatê wî dixwaze hevpeymanê bi dawî bike û çekên nuklerî yên nû pêş bixe.

Trump ê ku bi guherîna helwestên xwe navdar bûye, beriya çend rojan got ku ew dixwaze bi Rûsya û Çînê re tevbigere da ku rê li pêşiya pêşbaziyeke nû ya çekan bigre.

Hevpeymana sînorkirina çekên nuklerî yên nîv-dûrahî di sala 1987an de navbera serokê DYEyê yê wê demê Ronald Reagan û yê Yekîtiya Komarên Sovyetê Mikhail Gorbachev hate mohrkirin.

Wê hevpeymanê rê li pêşiya bikaranîna fûzeyên ku dirêjahiya wan ji 500 heta 5500 kîlometre ye, girt.