LI GUNDEWARÊN IDLIBÊ ŞER Û TOPBARANEKE DIJWAR DIQEWIME

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku di rojên dawiyê de navbera hêzên rejîma Sûrî û komên çete şer û topbaraneke dijwar li herêmên gundewarê Hema, Idlib û Laziqiyê diqewime.

Çavdêriyê diyar kir ku hêzên rejîmê herêmên gunê Skîk a gundewarê Idlibê, herêmên Litaminê û dewrûbera wê ya gundewarê Hemayê û gundewarê rojhilatê Laziqiyê topbaran kir.

Her wiha hêzên rejîmê nuqteyên çeteyên Eniya Niştîmanî ya Rizgariyê yên li çiyayên Laziqiyê da ber topan.

Li gorî agahiyên destpêkê, 5 çete di encama topbaranê de hatine kuştin.

Çeteyên odeya çalakiyan a Wehrêd Mûmînîn jî nuqteyên rejîmê yên li eniyên Sehil Xab a gundewarê rojavayê Hemayê topbaran kir.

Di encamê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Ji destpêka peymana Rûsya û dewleta Tirk li ser Idlibê, 44 çete û 50 ji hêzên rejîmê hatine kuştin.

Her wiha di encama topbara hedu aliyan de 128 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Leave a Reply

Back to top button