Zextên li ser gel û rojnamegeran ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê ve her ku diçe zêde dibin.
Dadgeriya Tirk salek û şeş meh li parlamenterên berê yên HDP’ê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk birî.
Ji bo şermezarkirina qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûr a Amedê, sala 2015’an li Şirnexê meşek hatibû lidarxistin û parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk jî tevlî meşê bûbûn.
Rûniştina doza ku ji ber tevlîbûna parlamenterên HDP’ê di vê meşê de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê pêk hat.
Dozger salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Osman Baydemîr û Leyla Bîrlîk birî.
LI ENQEREYÊ POLÎSAN ROJNAMEGER KIRKAYA BINÇAV KIR
Li aliyekî din Polîsan li Enqereyê bi ser mala Rojnameger Kenan Kirk-aya û gelek malan de girtin.
Di serdegirtina malan de polîsan Kenan Kirkaya û 12 kes binçav kirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.