ÇETEYAN SIVÎLEKÎ ÊŞKENCE DIKIN Û DIKUJIN

Roj b roj armanc û rastiya çeteyên dewleta Tik li Sûriyê xuya dibin.

Çeteyên dewlata Tirk piştî revandin û êşkencekirina şêniyekî ji gundewarê Idlibê, bi rengekî hovane ew kuştin.

Berî hefteyekê 10 çeteyên dewleta Tirk êrîşî guvaştgeha şêniyê bi navê Merwan Hemadî ji navçeya Erîhayê li Idlibê kir.

Ji ber bicihne-anîna daxwazên çeteyan, pevçûn di navbera karkerên guvaştgehê û çeteyan de çêbû.

Di pevçûnê de çeteyan xwediyê guvaştgehê Merwan revandin û ew birin cihekî ne diyar.

Li gorî agahiyan piştî revandinê bi çend rojan vîdyoyek der barê êşkenceya Merwan de li ser malperên mediya civakî hat belavkirin.

Di vîdeoyê de ji kurê wî fidya bi 250 hezar dolar hat xwestin da ku bavê wî serbest berdin.

Çeteyan guh û tiliyên Merwan qut kirin û bi awayekî hovane ew kuştin ji ber ku kurê wî nekarî pereyên ku dixwestin peyda bike.

Leave a Reply

Back to top button