Heyva Sor a Kurd îro li seranserî gundewarên rojavayê Dêrazorê pêngava dermankirinê ji bo şêniyan dest pê kir.
Di çarçoveya pêngavê de 2 navendên tenduristiyê yên gerok ji bo dermankirina nexweşan hatin amadekirin.
Yek bi taybet ji bo jinan e û ya din jî ji bo giştî nexweşxan re ye.
Endamê ku di navendên tenduristiyê yên gerok de dixebite Fîras Elî der barê mijarê de axivî û got:
“Em bi awayekî giştî dermanên zarokan, dermanên dil û dermanên sermagirtinê pêkêşî gel dikin.”
Pêngava Heyva Sor a Kurd ê li tevahiya gundên rojavayê Dêrazorê dom bike.