AHMET TURK: GEL WÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE

Li tirkiye û bakurê kurdistanê wê di 30 Adara 2019’an de hilbijartina Herêmî werin lidarxistin.

Hîna zêdetirî 3 meh ji bo hilbijartinan mayî HDP û DBP’ê dest bi xebatên hilbijartinê kirin.

Bi taybetî jî bernamzetên ku serlêdana xwe dikin, kesên ku di nava civakê de tên naskirin û xwedî xebatin.

Yek ji van kesan jî Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê ku bu bernamzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê.

Ahmet Turk got,

Baweriya wan a demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikeve heye û ev yek wê bi têkoşîna me derbikeve holê.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ji Partiya Demokratîk a Gelan bû bernamzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê.

Ahmet Turk pîştî serlêdana bernamzetiyê ji Ajansa Mezopotamya re axivî.

Turk balkişan li ser Qeyûmên li bajarên bakurê kurdistanê hatine bicihkirin û got,

Li Tirkiyê binpêkirinên mafan pir zêde ye.

Qeyûm tayînê 96 şaredariyên me hatin kirin.

Vîna gel tê binpêkirin.

Gel wê xwedî vîna xwe derkeve û ev wê li ser sindoqan dîsan derbikeve holê.

TURK: LI TIRKIYÊ ZEXTA HIKUMETÊ LI SER HER KESÎ HEYE

Turk di dewama axaftina xwe de balkişand li ser rewşa parlementer û hevşaredarên girtî û wiha domand:

Îro hevşaredarên û parlamenterên me di girtîgehan de ne.

Êrîşek cidî li dijî siyaseta Kurd heye û dixwazin teslîm bigirin.

Li Tirkiyê îro ne tenê li ser gelê Kurd li ser ronakbîr, demokrat, sosyalîst û hemû mirovên xwedî wijdan zextên mezin hene.

TURK: JI BO EM JI DESTHILADARIYA RIZGAR BIBIN DIVÊ TÎFAQ PÊK WER

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Girseya HDP’ê ya li Edenê, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Stenbol, Îzmîr û bajarên cuda yên rojava divê ji bin destê partiya desthilatdar rizgar bibin.

Ev tek jî bi riya tîfaqek xurt pêk tê.

Leave a Reply

Back to top button