ROJANE BÛYERÊN KUŞTIN Û ÊŞKENCEKIRIN TÊNE KIRIN

Rojane bûyerên kuştin û êşkencekirin li herêmên din bin dagirkeriya dewleta Tirk de rû didin.

Li bajarê Babê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin.

Çavkaniyekî herêmî ji bajarê Babê diyar kir ku li kolana Nofatiyê ya bajêr jinek ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin.

Têkildarî bûyerê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Li aliyekî din çalakvanên Tevna Medyaya Civakî ragihandin ku cenazeyê çeteyê bi navê Hisên Ehmed Ebdulezîz li derdora bajarê Raî yê girêdayî Babê ji aliyê kesên ne nas ve kuştî hate ditîn.

Çete Hisên ji navçeya Til Rifet e 29 salî ye û endamekî koma çete ya bi navê qaşo Polîsên Azad a ser bi dagirkeriya Tirkiyê li Babê ye.

Leave a Reply

Back to top button