DE MISTURA: LI SÛRIYÊ PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ DIKE

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura bi Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Safadî re li Emanê civiya.

De Mistura têkildarî rewşa siyasî û leşkerî ya nû li Sûriyê axivî û got:

“Sûriyê ber bi pêvajoyeke nû ve diçe.

Pêwîstiya me bi destpêkeke pê-bawer ji bo pêvajoyeke siyasî ya dirust heye”

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura bi Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Safadî re li Emanê civiya.

De Mistura têkildarî rewşa siyasî û leşkerî ya nû li Sûriyê axivî û got:

“Sûriyê ber bi pêvajoyeke nû ve diçe.

Pêwîstiya me bi destpêkeke pê-bawer ji bo pêvajoyeke siyasî ya dirust heye”

“Sûriyê ber bi pêvajoyeke nû ve diçe.”

Bi van gotinan Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura pêşeroja siyasî û leşkerî ya Sûriyê anî ziman

Staffan De Mistura bi Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Safadî re li Emanê civiya.

De Mistura ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku li Sûriyê pêvajoyeke nû dest pê dike û got:

“Ji ber guhertina rewşa li ser erdê û ya siyasî, li Sûriyê rûpelek wê bê tewandin.”

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê anî ziman ku wê 20 vê mehê rapora xwe ya dawiyê pêşkêşî konseya ewlekariyê bike û wiha domand:

“Hewcedariya me bi destpêkeke bawer ji bo pêvajoyeke siyasî ya durust heye.”

Staffan De Mistura konseya ewlekariyê agahdar kiribû ku wê dawiya meha 12’ê ji ber sedemên malbatî ji erka xwe istîfa bike.

De Mistura 2016’an erka xwe weke Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê girt û 9 toreyên danûstandinan ên ne-rasterast navbera rejîma Sûrî û opozisyonê de meşand.

Hewildana wî ya dawiyê jî, çêkirina komîteya destûrî bû ku negiha serî.

Li gorî çavdêran, piştî binketina tora 11’emîn a Astanayê ku 28 û 29’ê vê mehê hatibû lidarxistin û têkçûna pêvajoya çêkirina komîteya destûrî, aloziya Sûrî ket pêvajoyeke nû ya dîplomatîk û leşkerî.

Krîza li Idlibê jî yek ji wan xalên xetimînê ye.

Nûnerê Taybet ê Emerîkayê li Sûriyê James Jeffrey pêvajoya Astana, weke pêvajoyeke binketî bi nav kir û banga vegera Cenevê kir.

Ev yek di wextekê de hat ku 28 û 29’ê vê mehê li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî danûstandinên Sûr – Sûrî bi beşdariya opozisyona hundir û hêzên demokratîk ve hat lidarxistin.

Aloziya Sûrî heşt salên xwe tijî dike.. lê hîn jî hewldaneke giştî ya Sûrî ji bo bidawîkirina vê aloziyê derneketiye holê..

Leave a Reply

Back to top button