CEMÎL BAYIK: XWEDÎ WIJDAN DIKARE DIJMINÊ XWE NAS BIKE

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî girtina navendên tevgera Azadî li Başûrê kurdistanê axivî:

Bayîk got:

“Dijminê kurdan bi vê biryarê hewl dide ku kurdan berdin hev.

Desthilata li Başûrê kurdistanê divê li xwe vegere û biryara xwe sererast bike.”

Bayik balkişand li ser demê girtina navenda Tevgera Azadî û biryara Emerîka ya li ser pêşengên PKK’ê û ev tişt anî ziman;

“Dibe ku ev ne biryara YNK’ê ye.

Hêzên li pişt vê biryarê bi ferzkirina vê biryarê re, xizmetê ji YNK’ê re nakin.

Yên ku ev biryar dane, dixwazin bi biryarekê re du hedefan bi dest bixin.

Qaşo ew ê PKK û YNK’ê bînin hemberî hev û ew ê derbê li PKK û YNK’ê bixin.”

DIVÊ YNK’Ê JI RASTÎ Û ARMANCA XWE BÛR NEBE

Hevserokê KCK’ê daxuyakirin ku biryara YNK’ê xisarê dide rastiya têkoşîna Mam Celal û Îbrahîm Ehmed a li Başûrê Kurdistanê û berdêlên ku hatine dayîn.

Cemîl Bayîk dazanîn ku biryara girtina navendên Tevgera Azadiyê, dest PDK’ê tê de heye.

DIVÊ HEMÛ GEL XWEDÎ LI TEVGEA AZADIYÊ DERBIKEVE

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir;

“Divê gel xwedî li Tevgera Azadî derkeve û li Başûr, li parçeyên din û derveyî welat nîşan bide ku ev biryara YNK’ê bi kêrî Başûr, bi kêrî temamiya Tevgera Kurd nayê.”

Leave a Reply

Back to top button