LI FRANSAYÊ ÊRÎŞ 4 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA Û GELEK BIRÎNDAR BÛN

Li bajarê Strasborg ê Fransayê kesekî gule li derdorê reşand; herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.

Duh êvarî saet derdora 20’an, li meydana Place Kleber a li bajarê Strasborg ê Fransayê, kesekî gule li derdorê reşand.

Di êrîşê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 11 jî birîndar bûn û rewşa 6’an jî giran e.

Rojnameya (Les Dernières Nouvelles d’Alsace) –Lê Dêxniyê Nûvêl Dizlas– ragihand, ku li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê girtine herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Leşkerên ku di çarçoveya Operasyona Sentinelle (Sontînêl) de erkdar in, gule berdan êrîşkar, lê êrîşkar ji cihê bûyerê reviya.

Li gorî hin çavkaniyan, êrîşkar li herêma nêzî avahiya Şaredariya Strasborgê asê bûye.

Li Fransa 27 Mijdarê ‘Êlegên Zer’ li dijî siyaseta zêdekirina baca sotemeniyê dest bi xwepêşanadanan kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button