TIRKIYÊ JI IRAQÊ DAXWAZ KIRIYE KU TEVGERA AZADÎ LI IRAQÊ ASTENG BIKE

Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed der barê serlêdanên xwe yên li Iraqê de axivî û agahiyên nû da.

Nerîman Ehmed got,

Di serdanên me yê li Bexdayê de, em hîn bûn ku Konsolosxaneya Tirkiyê bi rêya konsolosxaneya Iraqê dixwaza girtina navendên tevgera Azadiyê li Iraq kiriye.

Lê Iraqê ev dawaxwaza konsolê tirkiyê red kiriye.

Cîgirê Serokê Hikûmet Herêma Başûrê Kurdistan 25’ê Mijdara 2018’an biryarek da ku hemû sazî û dezgehê belgeya wan a fermî nebe wê bên girtin û rê nadin ku ti çalakiyekiyan bikin.

Di çarçoveya vê biryarê de hemû navendên Tevgera Azadî hatin girtin.

Şandeyek ji Tevgera Azadî Hûsên Kerkûk û Endamê Desteya Karê Dîplomasî ya Tevgerê Nerîman Ehmed pêk tê serdana Bexda kir.

Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed têkildarî mijarê ji ajansa Firatê re axivî.

Nerîman Ehmed diyar kir ku ew bi serokê giştî yê komîsyoan serbixwe ya hilbijartina Iraqê re civiyane û wiha got;

Di civînê de ji me re hate gotin Konsolosxaneya Tirkiyeê bi rêya konsolosxaneya Iraqê dixwaza girtina navendên we li iraq kirine.

Lê me ji wanre gotiye Tevgera Azadî partiyek rewaye li Iraqê ye û ti pirsgirêk di aliyê yasayî de nîne.

Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed helwesta YNK’ê ya di girtina navendên wan de rexne kir û ev tişt anî ziman;

Ev helwesta YNK’ê dilê Tirkiye xweş kiriye, lê ji bo ku dilê dijmin û dagirkeran xweş nebe, me bersiva êrîşên wan neda.

Leave a Reply

Back to top button