NASNAMEYÊN ŞEHÎDÊN MEXMÛRÊ HAT EŞKERE KIRIN

Meclîsa Gel a Mexmûrê nasnameyên her çar sivîlên ku di êrîşa bi balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li ser Mexmûrê şehîd bûne bi daxuyaniyeke eşkere kir.

Meclisê de daxuyaniya xwe de ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û got:

“Malbat ji bo ku li sewalên xwe binere dema ku diçin koxê balafirên şer ên Tirk li wan xistine.

Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn”.

Meclîsê diyar kir, sê ji kesên di êrîşê de şehîd bûn, ji malbatekê ne. Dayik e, keça wê û neviya wê ye.

Li gorî daxuyaniya meclisê navên şehîdan wiha ye:

“Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûne”.

ASYA ELÎ MIHEMED A 73 SALÎ
NARINÇ FERHAN QASIM A 26 SALÎ
EVÎN KAWA MEHMÛD YA 14 SALÎ
EYLEM MIHEMED EMER A 23 SALÎ

Meclîsa Gel destnîşan kir, ji bo kesên ku şehîdan wê saet 13.00’an merasîm were lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button