LI WANÊ 11 KESÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Faşîzma dewleta Tirk dîsa êrîş birin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li Wanê û 11 kes binçav kirin.

Polîsên Tirk dîsa êrîşî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan dabûne destpêkirin kir.

Di vê çalakiyê de koma 4’an ya parlamenterên HDP’ê dewre girtin.

Di êrîşê de 11 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Polîsên Tirk li Wanê.

Ev ne cara yekê ye ku polîsên tirk êrîşî çalakiya greva birçîbûnê dikin.

Leave a Reply

Back to top button