Parlamenterê Partiya Yekbûna Gelan a li parlamenta Yewnanîstanê Nîkos Xondîs rewşa Efrîniyên ji cih û warê xwe bûne û li Şehbayê bi cih bûne, ji Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Ewropayê pirsî û xwest, tavilê alîkarî ji wan re bê kirin.
Di pirsnameyê de hat ragihandin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetên xwe, pêdiviyên Efrîniyan ên li kampên berxwedan, serdem û Şehbayê pêşkêş dike.
Parlamenter Nîkos Xondîs diyar kir ku pêwîstiya Efrîniyên li Şehbayê bi alîkariya lezgîn a mirovî, ava vexwarinê, cihekî paqij, xwarin û derfetên tenduristiyê heye.
Di pirsnameyê de ev pirs li Komîsyona NY ya Ewropayê hatin kirin:
Der barê rewşa Efrîniyên penaber de çi agahî bi we re heye?
Ji bo bilezgînî alîkarî bigihêjin penaberan, hûn ê çi gavên berbiçav biavêjin?
Xondîs ji Komîsyona NY’ê xwest ku zû li pêwîstiyên Efrîniyan xwedî derkeve.