MSD’Ê EV TEVLÎBÛNA ŞEPÊLA ÇEP A ŞORŞGERAN A SÛRIYÊ WEKE GAVA SERKEFTINÊ JI BO SÛRÎ BI NAV KIR

Şepêla Çep a Şoreşgeran ya Sûrî tevlî Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê bû.

MSD’ê tevlêbûna Şepêlê weke serkeftinek mezin ji bo tevahiya gelê Sûrî bi nav kir.

Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê têkildarî tevlîbûna Şepêla Çep a Şoreşgeran ya Sûrî daxuyaniyek nivîskî weşand.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got;

Ev tevlêbûn di demekê de pêk hat ku yekîtiya xaka Sûrî were parastin û koçberên derveyî Sûrî vegerin ser axa xwe.

Ji bo xêzkirina pêşerojeke guncaw û xebateke hevpar pêwîstî bi hemû hêzên niştîmanî, demokratîk û çepgir ên aktîf heye.

Meclisê careke din armanca xwe ya sîstema nenavendî bibîrxist û tevlîbûna Şêpela Şorşger ya Sûrî ji bo MSD’ê jî weke gaveke serkeftinê binav kir.

Leave a Reply

Back to top button