HÊZÊN REJÎMÊ GUNDEWARÊN HEMA Û IDLIBÊ TOPBARAN KIR

Navbera hêzên rejîmê û komên çete yên Idlib û Hemayê şer û topbaraneke dijwar derket.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rejîmê herêmên gundewarê Hema, Idlib û Laziqiyê topbaran kir.

Topbaran li herêmên Litamine, Morik û gundê Sexir ên gundewarê bakurê Hemayê û li herêmên Sehil Xab û gundewarê Helebê pêk hat .

Hemwextî wê dewleta Tirk hêza xwe li nuqteyên çavdêriyê yên Idlibê zêde dike.

Ji 17’ê îlonê ve, di encama topbaran herdu aliyan 139 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 57 çete û 60 jî ji hêzên rejîmê hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button