MUSILM: GEFÊN ERDOGAN WEKE RAGIHANDINA ŞER LI DIJÎ KURDAN E

Endamê Têkiliyên Dîplomatîk ê PYD’ê Salih Muslim, Sekretêrê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş û Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryan Afram Îshaq têkildarî gefên Erdogan li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn.

Endamê Têkiliyên Dîplomatîk ê PYD’ê Salih Muslim gefên Erdogan weke ragihandina şer li dijî hemû Kurdan bi nav kir.

“Ji bo Kurd tiştekî bi dest nexin, Tirkiye di nava hewldanên cuda de ye. Geh xwe dide aliyê NATO’yê, geh aliyê Rûsyayê. Siyaseteke pragmatîk dimeşîne. Tirkiye hem li hundir, hem jî li derve asê bûye û hewl dide bi rêya şer xwe ji vê rewşa tengavbûyî rizgar bike. Em bi hêza gelê xwe, bi rêxistinbûn û berxwedana xwe piştrast in.

Leave a Reply

Back to top button