DERWÎŞ: EM DIKARIN DOZA XWE ÇARESER BIKIN

Sekretêrê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Hec Derwîş bang li partiyên siyasî yên kurdî kir ku destê xwe bibin hev, bicivin û nîqaş bikin ev tişt got:

“Ji ber krîza ku niha em tê de dijîn pêwîstî bi xebateke hevpar heye ku em encamên bê windahî bi dest bixin.

Ez ji we dixwazim ku hûn nakokiyên xwe bidin aliyekî û helwestên xwe yên neynî derbas bikin.

Em dikarin doza xwe ya Kurdî li Sûriyê çareser bikin.”

Derwîş bang li hemû paratiyên siyasî yên Kurd kir ku roja pêncşema li hola Dr. Nûredîn Zaza kom bibin û çawaniya peydakirina formeke hevpar nîqaş bikin.

Leave a Reply

Back to top button