BALAFIRÊN TIRKIYÊ HERÊMA XAKÛRK Û HERÊMÊN PARASTINA YÊN MEDAYAYÊ BOMBE KIR

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî bombebaran artêşa Tirk ên di rojên 15 û 16’ê kanûnê de li ser herêma Xakûrkê û herêmên Parastinê ên Medyayê daxuyaniyek da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

Di 16’ê Kanûnê de balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Kanîreş û Geliyê Çil û Çar yê herêma Xakûrkê û derdora gundê Meyrokê ya herêma Gare yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 14’ê Kanûnê jî bombe li herêma Keşan a Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê diyar kir ku ji ber bombebaranê zerar û ziyan negihiştiye gerîlayan.

Lê zirarek mezin gihiştiye bax û baxçeyên gundiyan.

Leave a Reply

Back to top button